Nasrallah: Aramiya Deryaya Sor, Iraq û Lubnanê girêdayî Xezeyê ye

Nasrallah: Aramiya Deryaya Sor, Iraq û Lubnanê girêdayî Xezeyê ye

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah ani ziman ku Xezze 100 roj in li dijî Îsraîlê li ber xwe dide û got, "Em amadene bi Îsraîlê re şer bikin."

Hesen Nasrallah di derbarê şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hemas û Hizbullahê de daxuyaniyek da. Nasrallah di daxuyaniya xwe ya îro de got ku zêdetirî milyonek kes li herêmeke biçûk a Xezzeyê asê mane û "hêzên parastinê bi lehengî şer dikin."

Nasrallah angaşt ku hemû vekoler diyar dikin ku Îsraîl li meydana şer şikestiye û got: "Îsraîl çendîn caran gef li Libnanê xwariye, ji ber wê jî em dibêjin em ji bo şerê li dijî Tel Avîvê amade ne.

Nasrallah der barê rageşiya li Deryaya Sor a êrîşên Hûsiyan û bersivdayîna Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de jî destnîşan kir ku "şaş" e DYA li rejîma Îranê gefan bixwe û dom kir: "Aramiya Deryaya Sor û bûyerên Iraq û Lubnanê girêdayî agirbesta li Xezeyê ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin