PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê, Orlîk Şanon û şanda pê re kir.
Di civînê de ku berpirsê ofîsa balyozxaneya Kanada li Hewlêrê, Ît Doval jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.
Serok Barzanî di hevdîtinê de got, serkeftina proseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicihanîna şirîkatiyê û rêzgirtin li mafên hemû gelên Iraqê ye.
Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin