PeyamaKurd - Parêzgerê Dihokê Eli Teter pêşwaziya şanda Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Iraqê kir û bi şandê re di derbarê pêwendiyên YE û Herêma Kurdistanê de danûstandinên ramanî kir.
Hate ragihandin ku di dîdara pêşwaziyê ya Elî Teter û şanda YEyê de di derbarê rewşa herêmê, geşedana pêwendiyên dûalî yên Herêma Kurdistan û YEyê û her wiha rewşa penaberên Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Hate diyarkirin ku di civîna dualî de yek ji mijarên gring ên ku bi giranî li serê hate rawestandin û nîqaşkirin jî rewşa mirovî ya penaberên li Herêma Kurdistanê û projeyên çandî û parastina şûnwarên dîrokî yên ku bi piştgiriya YEyê ve têne meşandin bûye.
Her wiha hate gotin ku di civînê de şanda YEyê ji bo siberojê meşandin û pêşxistin û xurtkirina peywendiyên dualî yên YE û Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye û daye zanîn ku wan vê serdanê ji bo vê mebestê pêk aniye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin