MSB: Li Colemêrgê 2 PKKyiyan canê xwe ji dest da

MSB: Li Colemêrgê 2 PKKyiyan canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê 2 PKKyiyan canê xwe ji dest daye.

 

MSBê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku li dijî binkeyên PKKê li bajarê Colemêrgê operasyonek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di operasyona li Colemêrgê ku hêzên esmanî jî piştgirî dane hêzên bejahiyê, 2 PKKyiyan canê xwe ji dest daye.”

 

PKKê heya niha derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye û agahî piştrast nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin