PeyamaKurd – Hikûmeta Çînê ya di bin serokatiya Xi Jinping de ku di van demên dawî de ji ber pirsgirêka Taywanê alozî di navbera wê û Amerîka de heye, Balyozê Washingtonê Qin Gang wek Wezîrê Derve destnîşan kir.
Li gor nûçeya Bloombergê, Radyoya Neteweyî ya Çînê biryara ku di civîna Lijneya Daîmî ya Kongreya Neteweyî ya Gel da hat dayîn daxuyand.
Qin Gang, wezîrê ku ji hêla hikûmetê ve hatî destnîşan kirin, wê li şûna Wang Yi ku di Partiya Komunîst de pozîsyona herî bilind a siyaseta derve digire, bigire.
Gang di Tîrmeha 2021-an de ji Dewletên Yekbûyî re hat şandin, di navbera parastina berjewendîyên Pekînê û nîşandana aliyek nermtir ji dîplomasiya Çînê xebitî.
Tayînkirina wî hevdem e ligel hewildanên Serokê Çînê Xi Jinping ji bo sererastkirina têkiliyên aloz ên bi Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê re.
Têkiliyên di navbera Çîn û Dewletên Yekbûyî de piştî seredana Seroka Meclisa Amerîkayê Nancy Pelosi bo Taywanê di Tebaxa borî de, dema ku Pekînê pêwendiyên fermî di navbera giravê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de red kir ku ew wekî beşek ji axa xwe dibîne. Taywan xwe welatekî serbixwe dibîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin