PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de cih girtin, li Colemêrga Bakurê Kurdistanê îro nêzîkî 30 kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever û Çelê îro sibehê polîsan di operasyoneke hevdem de girtin ser gelek malan û hat zanîn ku ji ber sedemeke nediyar nêzîkî 30 kesan hatin desteserkirin.
Her wiha hat ragihandin ku di nav kesên desteserkirî de Dayikên Şemiyê jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin