PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Polîsê Ewropî (Europol) PKK ji bo nav lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin û Abdullah Ocalan bê azadkirin, xebatên xwe yên lobiyê li nav Yekîtiya Ewropayê (YE) zêde kirine.
“Du armancên sereke hene”
Di rapora Europol a bi navê ‘Rapora 2023yan a Rewşa Terorîzmê li nav YE de’ behsa armancên çalakiyên nû yên PKK li Ewropayê tê kirin û tê diyarkirin, du armancên serke yên PKKê hene ku ew jî; derxistina PKKê ji nav lîsteya terorê û serbest berdana Abdullah Ocalan in.
Europalê diyar kiriye ku PKKê ji bo van armancan xebatên xwe yên lobîyê li nav YEyê zêde kirine û Ewropayê ji bo mebestên xwe yên fînans, birêvebirin û îstihdamê wekî baregeh bikar tîne.
“PKKê pereyekî zêde li Ewropayê kom kir”
Herwiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku PKKê bi navê kampanyayan li nav Ewropayê miqdareke zêde pere kom kirine û sedema ku alîkariyên darayî bo PKKê têne kirin jî fikarên alîgiran ên wekî rewşa şer û pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan hatine nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin