PeyamaKurd- Bi sedema ala Kurdistanê di parlementoya Bexdayê de, di navbera parlementerên Kurd û yekem cîgirê serokê parlementoyê munaqeşe çêbû. Mijara munaqeşê ew bû ku li bajarê Musennayê li devera Nugreselamê li çola Semawe 4 goristanên gorên komkî hatin tesbîtkirin. Di goristanek ji wan de cesedên 75 qurbaniyan hatibû dîtin.
Goristana komkî ya ku li Semawe hat vekirin, jê hat fêmkirin ku Kurdên Germiyanin û di dewra Saddam Huseyîn de hatine kuştin. Roja ku goristan hat vekirin, leşkerekî payebilind nexwestibû ala Kurdistanê hildin û xwestibû ku rakin lê ev bûbû sedema niqaşê.
Musenna Emîn ku ji partiya Yekgirtû ya Îslamiye, mijarê bir parlementoyê û mijarê bi awayeka tund rexne kir û xwest di derbarê wî leşkerî de lêpirsîn destpêbike. Yekem cîgirê serokê parlementoyê Hesen Keîbî piştî bersiva Musenna Emîn da, ji civînê derket. Bersiva ku bo çi derketiye neda. Emîn weha got:
“Min di axaftina xwe de ji encumena wezîran û wezareta Iraqê ya bergiriyê xwest ku bo bûyerê lêpirsîn destpêbike û ew leşker bê cezakirin. Ala Kurdistanê di destûrê de hatiye qebûlkirin. Divê bo wê alê rêz bigrin.”
Serokatiya parlementoyê ji Emîn xwestiye ku bi awayeka nivîskî ji parlementoyê daxwaz bike û wê bo lêpirsînê komîsyonekî bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin