PeyamaKurd - Serokwezîrê hatiye peywirdarkirin bo pêkanîna hikûmeta Iraqê ya nû bo her wezaretekî 3 namzedan bo peywira wezîrtiyê diyar dike û ji parlamentoyê re pêşkeş dike ku bawerî û deng bidin yek ji wan.
Îro Sêşemê (21.04.2020) parlamenterê serbixwe yê parêzgeha Besrayê Amir Fayiz di beyanameyekî de ragehand, serokwezîrê hatiye peywirdar kirin bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî, karên xwe yên pêkanîna kabîneyê ber bi temam kirinê ve dibe.
Amir Fayiz got, Mistefa Kazimî bo her wezaretekî 3 namzed diyar kirine û aliyên siyasî û parlamenteran re pêşkeş dike ku yek ji wan qebûl bikin.
Li gor heman parlamenterê serbixwe dawiya vê heftiyê yan jî destpêka heftiya bê parlamento bo bawerî dana bi kabîneya Kazimî dê bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin