PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê ragihand, heta niha hikûmeta Erebistanê ti biryarek li ser heca îsal dernexistiye.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Kurdistanê, Nebez Îsmaîl got, heta niha hikûmeta Erebistanê tiştek li ser destpêkirina merasimên heca îsal dernexistiye.
Nebez Îsmaîl her wiha got, me amadekariyên xwe kiriye û em li bendê ne hikûmeta Erebistanê biryarek nû bide.
Hikûmeta Erebistanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) tevahiya merasimên hecê daye rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin