PeyamaKurd – Balyozê Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson piştî hevdîtina îro 17ê Cotmehê ya ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser medya civakî ragihand ku li dijî êrîşan Brîtanya piştevaniya serwerî ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.
Piştî civînê Balyozê Brîtanyayê ragihand ku ew îro ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyaye û di hevdîtinê de hevxemiya Brîtanyayê bo qurbaniyên êrîşa roja 28ê Îlonê û rojên piştre dubare kiriye.
Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku Brîtanya piştevaniya serwerî û ewlehiya hemû Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Richardson derbarê êrîşên 28ê Îlonê û yên din ên Îranê li ser Herêma Kurdistanê got: “Ev beşek ji şêwaza dubare ya Îranê ya çalakiyên nearamiyê li navçeyê ne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşên roja 28ê Îlona 2022an, Supaya Pasdarên Îranê ku bi ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîbû de, 18 kes hatibûn kuştin ku jin û zarok jî di nav kuştiyan de hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin