PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser danûstandinên heyetên Ûkrayna-Rûsyayê got ku dahatuya wan heye û dibe bigihin encamê.
Ryabkov ji bo biryara şandina sîstemên pêşketî yên berevaniya asmanî bo Ûkraynayê ji aliyê Amerîkayê ve bertek nîşan da û got ku ew dixwazin ji vê biryarê vegerin.
Herwiha Ryabkov gotiye, piştî vê krîzê ew bawerin pêwendiyên Rûsyayê yên ligel Amerîka û welatên Rojava dîsa baş bikin, lewra naxwazin dîyalog qut bibe.
Ev daxuyanî di demekê de hatiye ku Amerîka û welatên Ewropayê ji ber êrîşa ser Ûkraynayê ya bi hemû dijwariya xwe berdewam dike, dorpêçên tund ên aborî bi ser Rûsyayê de sepandine û li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî bi dengê 141 welatan Rûsya hatiye şermezarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin