Li Xurmatû du rûdanên trafîqê çêbûn: Mirî û birîndar hene

Li Xurmatû du rûdanên trafîqê çêbûn: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd –  Li bajarokê Xurmatû ya Kerkûkê, du rûdanên tirafîqê çêbûn û di encamê de, herî kêm kesek mir û komek kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, şeva borî li nahiya Taze ya bajarokê Xurmatû du wesayît li hev ketin.

Zanyarî destnîşan dikin, di wê rûdanê de welatiyekî 56 salî bi navê Husên Heme Elî Birzo, ku mamostayê zanko bû, canê xwe ji dest da û du kesên din jî bi navên Seca Zahîr (18 salî) û Mihemed Heme Husên (11 salî) birîndar bûn.

Herwiha li gorî agahiyan, rewşa hinek birîndaran xirab e loma tê texmînkirin hejmara miriyan zêde bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin