Îngilîstanê ji bo 'Ukraynayê' bang li Almanyayê kir

Îngilîstanê ji bo 'Ukraynayê' bang li Almanyayê kir
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Îngilîstanê tevî eşkerekirina qeydên deng ên rayedarên payebilind ên artêşa Almanyayê yên derbarê planên êrîşa li ser Pira Kirimê de, bang li Almanyayê kir ku moşekên Taurus bide Ukraynayê.

Rayedarekî Îngilîz ku ji rojnameya Brîtanî Guardian re axivî, ev daxuyanî da:

" Îngilîstan yekem dewlet bû ku moşekên rast ên menzîl dirêj da Ukraynayê. Em bang li hevalbendên xwe dikin ku heman tiştî bikin."

Li gorî çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê, eşkerekirina axaftina efserên Alman her çiqas wan aciz bike jî, ne tiştekî mezin e.

Di nûçeya navborî de hat destnîşankirin ku rêveberiya welêt li xwe mikur hat ku hefteya borî li Ukraynayê hejmarek hindik leşkerên Îngilîz hebûn, lê diyar nekir ku ew li wir çi dikin.

Pêştir nûnerê ofîsa Serokwezîra Îngilîstanê ragİhandibû ku, Eşkerekirina axaftina efserên Almanî pirsgirêkeke mezin e, lê lêkolîna vê bûyerê karê navxweyî yê Almanyayê ye.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin