Li Tetwanê xortekî hat kustin û 3 kes birîndar bûn

Li Tetwanê xortekî hat kustin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Tetwana ser Bedlîsê di navbera du malbatan de şer û pevçûn derket. Di encamê de xortekî 15 salî yê bi navê Y.E.Y. hat kuştin û 3 kes birîndar bûn. Di pevçûnê de H.D.,Y.E.Y., S.Y. û M.Y. birîndar bûn.

Tîmên polîsan û tenduristiyê mudaxeleyê bûyerê kirin û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Tetwanê. Birîna Y.E.Y. ji ber xedar bû li nexweşxanê can da.

Lêpirsîna di derbarê bûyerê de dewam dike û polîs tedbîrên tund li taxê sitendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin