Xortekî êrîşê ser dibistanê kir: 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn

Xortekî êrîşê ser dibistanê kir: 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li welatê Taylandê li eyaleta Nonthaburi xortekî 14 salî êrîşê ser dibistanê kir û di encamê de 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn. Êrîşker xwendevanê heman dibistanê bû, 14 saliye û piştî êrîşê ew jî xwe kuştiye.

Di mala êrîşker de, dema lêkolînê kirin, dîtin ku bapîr û dapîra wî jî mirine. Serokwezîr ragihand ku êrîş bi plan hatiye kirin û êrîşker di stresa dersan de bû ye.

Li gor çapemeniya Taylandê; êrîş li devera Bang Kruaiyê di dibistana Debsirin Nonthaburi de qewimiye.

Rayedarên tenduristiyê ragihandine ku tedawiya birîndaran dewam dike, ji her 30 birîndaran rewşa 9 kesan giran e.

Piştî êrîşê, xwendevan, xebatkarên dibistanê û mamoste ji dibistanê tehliye kirin, hêzên asayîşê di çente êrîşker de gelek muhîmmat dîtine. Çeka ku êrîşker bikar aniye ya bapîrê êrîşker e.