Davutoglu damezirandina partiya xwe ragihand, nav, logo û bernameya partiyê eskere kir

Davutoglu damezirandina partiya xwe ragihand, nav, logo û bernameya partiyê eskere kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê yê berê Ahmet Davutoglu îro înê li Enqerê bi fermî damezirandina partiya xwe ragihand.

Ahmet Davutoglu li Hotela Bilkentê ya li paytexta Tirkiyê Enqerê civîneke rojnamevaniyê saz kir û wek dihat pêşbînîkirin, bi awayekî fermî damezirandina partiya xwe ragihand û nav, logo û bernameya partiya xwe aşkere kir.

Ahmet Davutoglu- Partiya Pêşerojê

Ahmet Davutolu got, navê partiya wî “Partiya Paşerojê” ye û tekez kir, “felsefeya esas a polîtîkayên me girêdayîbûna bi azadiyê û parastina demokrasiya me ji bo nivşên nû ye.”

Di nava damezirînerê Partiya Pêşerojê de Parlementerê Berê yê Amedê yê Kurd Cuma İçten, Rojnameger Bayram Zilan, Vahdettin Ince, Etyen Mahcupyan, Serokê Komeleyên Çandî yên Elewiyan Dogan Demir û Serokê Perwerdeya Bilind a Tirkiyê (YOK) Yusuf Ziya Ozcan jî cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin