Li Bedlîsê 53 koçber hatin girtin

Li Bedlîsê 53 koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Li navçeya Adilcewaz a parêzgeha Bedlîsê, dema pişkinîna rê, di hundurê mînîbusekê de, 53 koçberên kaçax hatin girtin. Di çarçoveya bûyerê de, organîzatorekî koçberan jî hat girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariyê, pêr di hundurê mînîbusek qoltixên wê jê hatibûn derxistin de, 53 koçberên bi rêya ne yasayî derbasî welêt bûne (46 Afxan, 3 Ozbek, 4 Pakîstanî) û kesekî gumanbar ê bi navê M.Ç. hatin girtin.

Gumanbar M.Ç. ji aliyê dadgehê hat girtin û ew şandin zindana girtî ya Bedlîsê. Herwiha 53 koçberên girtî jî, piştî kirarîan wê bo Rêveberiya Koçberan a Parêzgariya Bedlîsê.   

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin