Li Urmiyeya Rojhilat 113 kesên din tûsî vîrusa korona bûn û 5 kesan jî can da

Li Urmiyeya Rojhilat 113 kesên din tûsî vîrusa korona bûn û 5 kesan jî can da

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê hejmara tûşbûyên Covid-19 herî zêde li parêzgeha Urmiyê ne ku hejmara tûşbûyan gihîştiye 1195 kesan û bi wefata 5 kesên din re jî hejmara miriyên ji vîrusa koronayê bûye 90 kes.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmiyê Cewad Aqazade ragihandiye ku di pişkinînên 24 saetên dawî de 113 kesên din li nav sînorên Urmiyê bi vîrusa koronayê ketine û 5 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniya Cewad Aqazade hejmara kesên heta niha li parêzgeha Urmiyê bi vîrusa korona ketine bûye 1195 kes û hejmara miriyan jî bûye 90 kes.

Herwiha ji destpêkê heta niha 541 kes ji nexweşên Covid-19 baş bûne û ew şandine malên wan.

Hêjayî gotinê ye, li Rojhilatê Kurdistanê hejmarên herî zêde yên tûşbûyên vîrusa koronayê li parêzgeha Urmiyê têne tomarkirin ku vê jî bi çûnûhatin û pêwendiya zêde ya bi parêzgehên din re eşkere dikin.

Li tevahiya Îranê li gorî amarên îro Pêncşemê hatine ragihandin, 117 kesên din ji vîrusê can dane ku hejmara tûşbûyan gihîştiye 66,220 kesan û 4,110 kes jî mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin