PeyamaKurd – Yekîtiya Ereb, Erebistana Siûdî, Urdin û Îmaratên Erebî piştgirî dan agirbesta 8ê Hezîranê ya Libyayê ku ji aliyê Xelîfe Hefter ve li paytexta Misirê Qahîreyê hat ragihandin.
Doh 6ê Hezîranê li Qahîreyê bi daxuyaniyeke hevbeş a beşdariya Serokomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî, Xelîfe Hefter û Serokê Meclîsa Nûneran a Tobrukê Akile Salih ‘Danezana Qahîreyê’ û biryara agirbesta Libyayê bo 8ê Hezîranê hat ragihandin.
Piştî vê ragihandinê, Yekîtiye Ereb piştgiriya xwe bo bangewaziya agirbesta hêzên Hefter a li hemberî hêzên hikûmeta Wîfaq a Fayez Ferac diyar kir.
Herwiha berpirsên welatên ereb ên Erebistana Siûdî, Urdin û Îmaratên Erebî jî piştgirî dan bangewaziya agirbestê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin