Rusya: Tesîsa Motor Sich a Ukraynayê, hat jinavbirin!

Rusya: Tesîsa Motor Sich a Ukraynayê, hat jinavbirin!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan, tesîsa Motor Sich a Ukraynayê ji nav biriye. Konaşenkov da zanîn ku di êrîşan de bi dehan leşkerên Ukraynayê jî hatine kuştin.

Îgor Konaşenkov da zanîn ku ji bilî jinavbirina tesîsa Motor Sich a hilberîna motorên balafiran, êrîşên hêzên Ukraynayê yên li Kupyansk, Krasniy û başûrê Donetskê jî paşve hatine defdan û 120 leşkerên Ukrayayê, hatine bêbandorkirin.

Konaşenkov bi berdewamî got,

Heta îro 333 balafiêrn aîdê Ukraynayê, 177 helîkopter, 2 hezar û 538 balafirên bêmirov, 388 pergalên moşekên berevaniya asîmanî, 6 hezar û 729 tanq û maşînên zirxî, 899 roketavêj, 3 hezar û 604 obus û topên hawanê, 7 hezar û 293 maşînên taybet ên leşkerî jî hatine jinavbirin.”

Berdevkê wezaretê bal kişand ser êrîşên li dijî Santrala Zaporijyayê jî û got ku artêşa Ukraynayê bi giştî 25 top havêtine Zaporijyayê û da zanîn ku rewşa radyasyonê, niha asayî ye. Konaşenkov ragihand ku ji xisarên ji ber êrîşan çêbûne dê werin tespîtkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin