Nûnertiya Navdewletî ya Hikûmeta Kurdistanê bersiva tohmetên Amnesty û HRWê da

Nûnertiya Navdewletî ya Hikûmeta Kurdistanê bersiva tohmetên Amnesty û HRWê da

PeyamaKurd - Nûnertiya Şêwirmendiya Têkiliyên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da paragrafa daxuyaniya rêxistinên Amnesty û Human Rights Watch ên derbarê tohmetbarkirina hikûmeta Kurdistanê de û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya daxwazên rewa yên xwepêşanderan dike û weke erkê xwe dibîne ku malên welatiyan ji tundî û aloziyan biparêze.”

Di daxuyaniyê de li ser tohmetbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha hat gotin: “Şeş rêxistinan di 9ê Kanûna 2020an de peyamek arasteyî Hikûmeta Iraqê kirine û paragrafek peywendiya wê bi Herêmê heye. Mijar li ser xwepêşandanên van demên dawî ye. Peyam bo hikûmeta federalî ye, lê belê tê de tohmetek arasteyî Hikûmeta Herêmê hatiye kirin ku goya li Herêmê mafê xwepêşandana aştiyane û azadiya nîşandana ramanan di dema xwepêşandanên van demên dawî de hatiye zeftkirin, ku arasteya wan ber bi tundî û alozî ve guherî.”

Ofîsa Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Xwepêşandanên aştiyane ya karmendan di çarşema borî de dest pê kir, weke helçûnek li hember vê qeyarana aborî ya jiber birîna budce û mûçeyan ji aliyê hikûmeta federalî ve. Xwepêşanderan li nava bajarên Silêmanî, Helebce, Raperîn, Pîremegrûn, Germiyan, Derbendîxan, Xurmal û Pênciwên, bilez arasteya kuştina welatiyan û têkdana mal û milkên giştî wergirt.”

Di berdewamê de hat gotin: “Kesên nenas li nav xwepêşanderan, dest bi xerakirina daxwazên rewa yên karmendan kir û berê wan da şewitandin û talankirina fermangehên xizmetguzariyên hikûmetê û baregehên partiyan. Fermangehên ser bi rêveberiyên weke trafîk, perwerde, elektrîk hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de li ser xirabkariya xwepêşandanan û bîlançoya wê jî hat diyarkirin: “Alozî, bûye sedema kuştina 9 kesan. Herwiha nêzîkî 60 kes ji hêzên ewlehiyê û bi dehan xwepêşander birîndar bûne. Li Pênciwên xwepêşandan ber bi avahiya Qeymeqamiyê û saziyên din ên hikûmetê li navçeyê û deriyê sînorî yê Başmax arasteya wê guherî û di encamê de hatin şewitandin. Di heman demê de baregehên şeş partiyên siyasî li navçeyê ketin ber helmeta şewitandin û gulle û talanê, di encamê de parêzvanek hat kuştin û du parêzvan jî birîndar bûn. Alozî gihişte bajarokê Teqteqê jî û avahiyên hikûmî û partiyan hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) tundiyên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê şermezar kiriye, ku çend roj in berdewam in û gelek kes bûne qurbanî. Weke UNAMI tekez kiriye; mafê xwepêşandanên aştiyane divê parastî be û xwepêşandan jî divê bi aştiyane birêve biçin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmeta Herêmê li ser bingeha demokrasiyê ava bûye û geş bûye û piştevaniya daxwazên rewa yên xwepêşanderan dike di çarçoveya yasayan de. Di heman demê de mafê her kesî heye bi azadî ramana xwe nîşan bide, lê divê aliyên peywendîdar ên hikûmetê, berî xwepêşandanê werin agahdarkirin. Niha hêzên ewlehiyê ji bo parastina welatiyan ji her gefekê re amade ne. Silametiya welatiyan û rêlibergirtina aloziyê, ji karên pêşîn ên Hikûmeta Herêmê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin