Ji Mesrur Barzanî peyama kîmyabarana 1987an: Emê xizmeta zêdetir bidin kesûkarên sehîdan

Ji Mesrur Barzanî peyama kîmyabarana 1987an: Emê xizmeta zêdetir bidin kesûkarên sehîdan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 33yemîn salvegera kîmyabarana deverên Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek belav kir. Mesrur Barzanî got, ew dê xizmeta kesûkarên şehîdan berdewam dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de got, “Di salvegera 33yemîn a kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û hejmarek gundê û avayîyên devera Xoşnawetî de, ku roja 16ê Nîsana 1987an de ji aliyê rêjîma Beis ve hatibû kîmyabarankirin û bûbû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bêtawan, bejna xwe li ber hemû şehîdên wê deverê ditewînin û her dem di bîra me de ne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîdan ên serbilind berdewam dibe.”

Îro 16 Nîsanê, 33yemîn salvegera kîmyabarankirina gundên Balîsan û Şêx Wesanan li devera Xoşnawetî ya Hewlêrê ye.

Di wê êrîşa hovane de nêzîkî 300 kesên sivîl şehîd bûn û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin