PeyamaKurd- Dewriyeyeke hêzên Amerîkayê dema diçû Qamişlo ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hate astengkirin û gule bi ser de hatin reşandin. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destwerdana bûyerê kir û nehişt şer derkeve.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, dewriyeyeke hêzên Amerîkayê doh saet 20:00ê şevê ji Hesekê ber bi Qamişloyê ve derket. Dewriye li navçeya Til Temirê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hate sekinandin. Hêzên rejîmê nehiştin ku dewriye rêya xwe temam bike û gule lê reşandin û mayin li ser rêya giştî bi cih kirin.
Di navbera hedu aliyan de alozî derket. Li ser daxwaza hêzên Amerîkayê Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê destwerdana bûyerê kir û rê li ber şerekî muhtemel di navbera hêzên Amerîkayî û yên rejîma Sûriyê de girt.
Hat zanîn ku meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bi nunerên herdu aliyan re civiya û rewşa aram bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin