Necat Elî: Divê lîwayên hevbes bilez werin damezrandin

Necat Elî: Divê lîwayên hevbes bilez werin damezrandin

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Heştê yên Pêşmergeyê Kurdistanê Necat Elî, di merasîma bidawîbûna xula 12 ya Fermandariya Hêzên Heştê yên Pêşmerge de gotarek pêşkêş kir.

Necat Elî di axaftina xwe de got, ji bo çareserkirina deverên cihê nakokiyê û tijekirina valahiya ewlehiyê, divê bilez du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn.

Necat Elî ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku di pêkanîna wan du lîwayên hevbeş ên navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bilez bike.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge yê berê Serbest Lezgîn beriya niha ragihandibû; piştî ku navendên hevahengiya hevbeş di navbera Wezareta Berevanî ya Iraq û Wezareta Pêşmerge de dest bi kar bûn, biryar e du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin damezrandin.

Lezgîn gotibû, rêxistina DAIŞê, li Kerkûk, Xaneqîn, Diyale, Selahedîn, Enbar û rojavayê Mûsilê her ku diçe kiryarên xwe yên terorîstî zêdetir dike, Hevpeymanan û Herêma Kurdistanê û Iraq gihîştine wê baweriyê ku ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, divê hevahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin