PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser bûyerên 1915an daxwuyanî da û got ku pêwiste gelê Ermenî travma 1915an li pey xwe bihêle û li pêşiya xwe binêre. Paşinyan, di salvegera berya îsal de jî di şûna komkujiyê de gotibû ‘felaketa mezin’ û ev tewrê Paşinyan di asta netewî de bû sedema munaqeşeyan.
Raya giştî ya Ermenistanê ev tewrê Paşinyan weka nêzîkbûna Yerîvanê û Ankara qebûl kir. Paşinyan got ku divê dev ji gazinan berdin, travma sala 1915an derbas bikin û dev ji bêrîkirina wetenê ji destçûyî berdin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin