Nûnera Iraqê ya li NH: “Dijîtiya nav Iraqê zerarê dide Kurda”

Nûnera Iraqê ya li NH: “Dijîtiya nav Iraqê zerarê dide Kurda”

PeyamaKurd- Nûnera taybet ya Neteweyên Hevgirtî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, ragihand ku dînamîkên herêma Kurdistanê yên siyasî û dijberiyên hundir zerarê didin Kurda û divê tevgera wan bi hevre be.

Nûnera taybet ya NH bo Iraqê bi rêya video konferansê tevlî civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bû û got ku Hewlêr û Bexda di mijarên petrol û budçeyê de hîn lihev nekirine. Nûner birîna maaşên memûrên herêma Kurdistanê ji aliyê hukumeta Bexdayê de, tevgerekî neyîniye û hevdîtina her dû aliyan dewam dike.

Nûnera Iraqê got ku divê Hewlêr û Bexda bigihên ramanên hevpar û Kurd hemû bi hevre tevbigerin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin