PeyamaKurd- Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Plasschaert, ji bo ajansa nûçeyan a Iraqê axivî û bal kişand ser qeyrana avê ya ku li Iraqê tê jiyandin.
Jeanine Plasschaert, bi rêya ajansê bal kişand ser qeyrana avê ya li Iraqê berdewam e û da zanîn ku hewcedarî bi alîkariyeke navneteweyî heye.
Plasschaert ragihand ku Netewên Yekbûyî, beşeke ji Konferansa Kêş û Hewayê ya li Iraqê ye da zanîn ku divê ev qeyrana avê ya li Iraqê, bê çareserkirin.
Plasschaert bi berdewamî got,
“Divê em hemû bi hev re ji bo çareserkirina qeyrana avê kar bikin ji ber ku Iraq bi tena serê xwe nikare vê yekê çareser bike. Pêwîstiya Iraqê, bi alîkariya rêxistinên navdewletî, saziyên darayî yên navdewletî û welatên cîran heye.
Em îro li vê dere ne da ku hevkariyan ava bikin, tiştê ku Netewên Yekbûyî dikare pêşkêş bike ew e ku bibe hevkarek girîng ku banga diyaloga bi bandor bike û alîkariya teknîkî bide.”
Îro, li Besrayê Konferansa Kêş û Hewayê dest pê kir ku dê 2 rojan berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin