PeyamaKurd - Dîmîtriy Peskovê Berdevkê Kremlînê ragihand, xebatên li ser lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku li serê îlonê dê were kirin berdewam e.
Berdevkê Kremlînê Dîmîtriy Peskov li Moskovaya paytext daxuyanî da rojnamevanan û li ser lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku pîlan dikin li Tehrana paytextê Îranê were kirin nirxandin kir.
Peskov diyar kir ku xebatên ji bo lûtkeyê dewam dikin û wiha pê da çû: "Ji bo lûtkeya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya di navbera serokên Tirkiya, Rûsya û Îranê de ku li serê îlonê dê were kirin xebatê me dewam dikin. Dema kanalên dîplomatîk li ser bernameya lûtkeyê li hev bikin em ê ji raya giştî re diyar bikin."
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî, duh di daxuyaniya xwe da bi bîr xistibû ku civîna 2yan a Pêvajoya Astanayê ya li ser Sûriyeyê didomînin li Enqereyê hat kirin û wiha gotibû: "Tê pîlankirin ku civîna 3yan di serê îlonê da li Tehranê were kirin. Dema dîrok tam eşkere bibe em ê diyar bikin. Bi taybetî ji bo ku şerê li Sûriyeyê bi rêyên dîplomatîk were çareserkirin em girîngiyê didin pêvajoya Astanayê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin