Ne sert e Serokkomarî bo YNKê be!

Ne sert e Serokkomarî bo YNKê be!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku postê Serokkomariya Iraqê dê careke din jî bo Kurd be, lê belê ne şert e Serokkomarî bo YNKê be!

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, postê serokatiya parlamentoya Iraqê ji bo Kurdan giringtir e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî beşdarî bernameyeke  televizyona Rûdawê bû û li ser hilbijartinên Iraqê, rewşa kurdan di hilbijartinên vê carê yên Iraqê de û bername û planên PDKê di hilbijartinan û piştî hilbijartinan de kir
 
Nêçîrvan Barzanî li ser postê Serokkomariya Iraqê got: “Bi nêrîna min vê carê jî postê Serokkomariyê bo Kurd e, her çi qas postê serokatiya parlamentoyê jî giring e, lê belê gelo pêkhate dê li ser wê yekê li hev bikin ku wî postî bidin Kurdan.”
 
Derbarê wê yekê de ku postê Serokkomariyê dê bo kîjan alî be, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku “pêwîst e aliyên Kurdistanê li ser vê mijarê gotûbêjê bikin û vê biryarê yekalî bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin