Mesrûr Barzanî: Perwerde çandina nirxan a bo nifsên nû ye

Mesrûr Barzanî: Perwerde çandina nirxan a bo nifsên nû ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Cotmehê serdana dibistan û baxçeyê zarokan ê Macîdî li bajarê Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî serdanê li hesabê xwe yê platforma “X” peyamek belav kir û got: “Perwerde ji xebatê gelekî wêdetir e; çandina nirxan bo nifşên nû ye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em spasiya mamosteyên xwe yên dilsoz dikin, ku roleke mezin di avakirina serkirdeyên me yên paşerojê de dilîzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro çarşemê bi amadebûna Weîzrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd û parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, dibistan û baxçeyê zarokan ê Macîdî li Hewlêrê vekir û gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî got: “Dibistan cihê fêrkirina xwandinê tenê nîne, belkî cihê perwerdeyê jî ye. Dema xwendekar tên dibistanê, divê fêrî wê yekê bibin ku paştir di jiyanê de çawa serederiyê bi arêşeyan re bikin. Ew dersa yekê ji mamostayê xwe fêr dibin, lewma li ser hikûmetê pêdivî ye seqayekî guncayî û dibistanên birêkûpêk ji bo xwendekarên xweşevî çê bike.

Serokwezîrî Barzanî diyar kir, “Ez dizanim me kêm û kasî li gelek cihan hene lê hikûmet dê li dû erk û karînên xwe li ser çêkirina dibistanên nû û nûjenkirina dibistanên heyî berdewam be. Heta niha gelek dibistan hatine nûjenkirin û hindek dibistanên nû jî hatine çêkirin, lê dîsa jî em li ser astê hemî Herêma Kurdistanê pêdivî gelek dibistanên din in jî û em dê berdewam bin”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin