PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Serokê Buroya Ewlekariya Sûriyê General Alî Memlûk li Moskowayê civiyan. Rayedarekî tirk ji Reutersê re axivî û ev peywendî piştrast kir.
Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ragihand ku duh li Moskowayê bi beşdariya rayedarên payebilind ên Tirkiye-Rûsya û Sûriyê civîneke sêqolî pêk anîn. Li ser navê Tirkiyê Serokê Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan û li ser navê Sûriyê jî Serokê Buroya Ewlekariya Sûriyê General Alî Memlûk beşdarî civînê bû.
'Piştî salan bo cara ewil bi fermî peywenî danîn'
Rayedarekî Tirk ji Reutersê re axivî û ev hevdîtin piştrast kir. Reutersê ji bo vê hevdîtinê got “Tirkiyê û Sûriyê piştî salan bo cara ewil bi fermî peywendî danîn.”
Li gorî zanyariyên SANAyê Serokê Buroya Ewlekariya Sûriyê General Alî Memlûk ji aliyê Tirkiyê xwest ku rêzê li serwerî û yekrêziya xaka Komara Erebî ya Sûriyê bigire û demildest ji xaka Sûriyê derkeve.
‘Rêkeftina Soçiyê hat bibîrxistin’
Memluk herwiha Rêkeftina Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an hat bibîrxistin û daxwaz ji aliyê Tirkiyê kir ku berpirsyariya xwe bîne cî.
Alî Memlûk di çarçoveya Rêkeftina Soçiyê de ji Serokê Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan daxwaz kir ku çekên giran û terorîst werin derxistin û herwiha rêyên serekî uên Heleb-Lazkiyê û Heleb-Hemayê bêne vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin