PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Fermandariya Operasyonên Başûr ên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ve hat ragihandin ku di van operasyonên li başûrê Ukraynayê hatine destpêkirin de gelek wendahiyên hêzên Rus çêbûne.
Li gorî daxuyaniya fermandariyê, di operasyonên ku li başûr ji bo car din bidestxistina axên xwe hatine destpêkirin de gelek wendahiyên yekîneyên Rus çêbûne û niha herêm di bin venêrîna Ukraynayê de ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nav rojekê de 12 tanq, 18 maşînên zirxî, moşekeke bêbandorkirina balafiran, ji 10an zêdetir top û obus û 43 çekan hatine jinavbirin. Her wiha hat eşkerekirin ku di van êrîşan de 2 navendên fermanberiyê û 6 embarên cebilxaneyan hatine jinavbirin û di nav rojekê de 201 leşkerên Rus hatine kuştin.
Nêzîkî 50 hezar leşker hatine kuştin
Ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê ve jî daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û hat ragihandin ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê û bi vir ve bi giştî 48 hezar û 350 leşkerên Rus hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya Rusyayê jî ji destpêka şer heta niha tenê di 25ê Adarê de li ser wendahiyên leşkerî daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku li Ukraynayê, 1351 leşkerên Rus hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin