Li Dîlokê jinek li pêsiya mala xwe hat kustin

Li Dîlokê jinek li pêsiya mala xwe hat kustin

PeyamaKurd Li navçeya Şahinbey a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber şerekî jineke ku li pêşiya mala xwe rûniştibû hat kuştin.

Zanyarî destnîşan dikin, li Taxa Dumlupinar a ser bi navçeya Şahinbey a parêzgeha Dîlokê, di navbera du kesan de ji ber sedemeke ne diyar şerê bi çekan derketiye û jina bi navê Fatma Kuçuk a 42 salî ku li pêşiya mala xwe rûniştibû ji ber guleyên şer birîndar bûye.

Hat ragihandin, piştî ku ew jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan can daye.

Herwiha  her du kesên ku şer kirine heta niha ji aliyê polîsan ve nehatine girtin.

Polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin û herwiha ji bo desteserkirina kesên ku şer kirine, dest bi hewldanan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin