Cotyarên Îngîltere siyaseta Îngîltere ya çandiniyê protesto kir

Cotyarên Îngîltere siyaseta Îngîltere ya çandiniyê protesto kir

PeyamaKurd – Cotyarên Îngîltere ji bo siyaseta hukumetê ya parastina çandiniyê û îtxalata erzan ya berhên derve protesto bikin, li Londrayê bi traktorên xwe  ketin nav tevgerê. Cotyar bi banga platforma ‘Çandiniya Brîtanyayê Rizgar bike’ li halekî sebze-meyweyan ya li Londrayê civiyan û bi traktorên xwe li dora parlementoya Îngîltere geriyan siyaseta çandiniyê ya hukumetê protesto kirin.

Cotyar dibêjin ku hukumeta Îngîltere destekê nade çandiniya berhemên xidayê yê cotyarên welatê xwe. Grûbekî berbiçav jî destekê da cotyaran.

Piştî Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê derket, berhemên ji Ewrûpayê dikarin derbasî nav bazara Brîtanya bibin lê berhemên Brîtanya nikarin herin nav bazara Ewrûpayê. Ji ber berhemên ji Ewrûpayê diçin Brîtanyayê erzanin, cotyarên Îngîltere nikarin bi berhemên Ewrûpayê re reqabetê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin