PeyamaKurd - Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKPê Binali Yildirim li Amedê ragihand ku eger pêwist bike, dikarin li Stenbolê kursên kurdî vekin.
Binali Yildirim li Amedê pirsên TRT Haber û TRT Kurdiyê bersivandin.
Binali Yildirim li ser pirsa ‘gelo hûn difikirin li Stenbolê kursên kurdî vekin?’ wisa bersiv da:
“Eger pêwist bike, bêguman em dê kursên kurdî jî vekin. Ev yek bi tevahî bi arz-talebê ve girêdayî ye. Di vê yekê de xeta me ya sor ev e, zimanê zikamî ji xwe serbest e. Gelek kursên kurdî hene. Şaredarî jî bi hêsanî dikarin vekin, di vî warî de pirsgirêk tine ne. Vekirina kursan, fêrkirina kurdî, nivîsandina pirtûkên bi kurdî, parastina bi kurdî tiştekî din e, daxwaza zimanê fermî yê duyem tiştekî din e.”
Yildirim amaje kir ku desthilata wan qedexeyên li ser kurdî rakirine û wiha dewam kir “Me rêya vê yekê vekiriye. Qedexeyên li ser ziman, nasname û navan di dema desthilatdariya me da hatin rakinin. Lewra divê me di vî warî de test nekin, neceribînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin