Li Agiriyê erdhej çêbû

Li Agiriyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû.

Li gor Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê diyar kir, îro di saet 08.57an de, li navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê ve erdhejeke bi hêza 4.0 pileya rîxter çêbû.

Herwiha AFADê kûrahiya erdhejê, wek 7.02 kîlometre destnîşan kiriye.

Rêveberê AFADê li Agiriyê Necatî Oruk eşkere kir, lêkolînên wan li ser wê erdheja li Bazîdê çêbûye berdewam in.

Oruk da zanîn: “Heta niha derbarê zirar û ziyanên erdhejê de, zanyariyek negihiştiye berdestê me.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin