YEMEN | Di balafira kabîneya hikûmetê de teqîn: Wezîr jî di nav de gelek kustî hene

YEMEN | Di balafira kabîneya hikûmetê de teqîn: Wezîr jî di nav de gelek kustî hene

PeyamaKurd – Li welatê Yemenê dema balafira ku kabîneya hikûmeta Yemenê li balafirxaneya Adenê danî, teqîneke mezin çêbû.

Li gorî nûçeyên medya cîhanî belav kirine, teqîn piştî daketina balafirê û dema peyabûna rêwiyan rû daye û piştî teqînê jî pevçûn çêbûye.

Li gorî agahiyên destpêkê wezîrê karûbarên mafên mirovan ê Yemenê jî di nav de herî kêm 5 kesan di encama teqînê de can daye û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Teqîn dema televizyon di weşana zindî de bûn pêk hatiye û tê texmînkirin ku bi êrîşeke topên hawanê ew teqîn di balafirê de çêbûye ku li pey hev gelek teqînên din jî çêbûne.

Li gorî agahiyên dawî hejmara miriyên teqînê gihîştiye 13 kesan û 63 kes jî birîndar bûne. Hûsiyên nêzîkî Îranê ragihandin ku ti pêwendiya wan bi teqîn û êrîşê re nîne.

Kêliya teqînê...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin