PeyamaKurd – Ji bo vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û herêmên kurdistanî ên derveyî birêveberiyê Herêma Kurdistanê, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dê civîneke girîng bê lidarxistin.
Derbarê mijarê de cîgirê Wezîrê Pêşmerge Qehreman Kemal, ji malpera Elyewm Bexdayê re axivî û diyar kir ku şandek ji Wezareta Berevaniyê dê were Hewlêrê û bi rayedarên Wezareta Pêşmerge re bicive.
Qehreman Kemal diyar kir ku mijara sereke ya civînê, Kerkûk û rewşa herêmên din ên kurdistanî ye, “ji bo ku li ser rewşa herêmên li derveyî birêveberiya Kurdistanê lêkolîn bên kirin dê li ser wê yekê bê axaftin ku şandek hevpar bê avakirin. Yek ji mijarên din ên civînê jî ew e ku Odeya Orat a Operasyonê ya ku beriya hebûna DAIŞê hebû lê niha ne çalak e ji nû ve bê çalakkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin