Pentagonê 261 wesayîtên leskerî radestî hêzên Pêsmerge kir

Pentagonê 261 wesayîtên leskerî radestî hêzên Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya alîkariyên Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge de, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) 261 wesayîtên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê kir.

Hat eşkerekirin ku Pentagonê di çarçoveya alîkariyên leşkerî bo hêzên Pêşmerge de, 75 hummer, 50 weyatîn leşkerî, 31 otomobîlên zirxî, 12 ambulans û 93 pîkapên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kiriye.

Amerîkayê di sala 2020an de jî bi qasî 250 milyon dolaran alîkariya leşkerî dabû hêzên Pêşmerge.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin