Li 29 deverên Dersîmê ji bo salekê qedexe hat ragihandin

Li 29 deverên Dersîmê ji bo salekê qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd - Li navenda Dersîm û 4 navçeyên wê 29 dever heta 1ê Tîrmeha 2020an wekî "herêmên taybet ên ewlekariyê" hatin ragihandin. 

Parêzgeha Dersîmê ragihand ku li navenda Dersîm û navçeyên wê, 29 dever wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine diyarkirin û heta 1ê Tîmeha 2020an ji çûn û hatinê re hatine qedexe kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku qedexe ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîr di çarçoveya yasayan de hatiye dayîn. 

Deverên ku salek qedexe hatiye ragihandin:

Herêma Bali, zozanên Çagrili, herêma Baylik, karemeşe,  Kurutlu, herêma Kutu, girên Tapan û Verguzerê yên ser bi navenda Dêrsim, herêma Aligeçicî, Newala Maden, Girê Mahmut Kopu,Çiyayên Mercan, Çiyayê Sincik, Zozanên Golen, herêmên Karadere, Aslıca, Balkayalar, Gayretbaba, Yarpuzlu, taxên Egerci, Eroglu, Doganca yên ser bi navçeya Pulur, herêma Dokuzkayalar û Tavuklu yên ser bi navçeya Qislê û Daristan Kinzir, Newala Kiran, herêmên  Pulumr Kizilmescit û Altınhuseyin a bi ser navçeya Xozatê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin