PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir û diyar kir, Cîgirê Rêberê DAIŞê û Berpirsê Darayî yê DAIŞê, li derveyî Iraqê hatin desteserkirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twittera da zanîn: “Di dema ku çavên lehengên me yên hêzên ewlehiyê ji bo parastina hilbijartinan hişyar bûn, milê wan ê rastîn di îstîxbaratê de yek ji dijwartirîn operasyonên îstîxbaratê li derveyî sînor dikir.”
Kazimî destnîşan kir, îstixbarata Iraqê Cîgirê Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî û Berpirsê Darayî yê DAIŞê Samî Casim desteser kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, cihê operasyona ku li derveyî sînor pêk hatiye eşkere nekir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin