PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya pêkanîna rahênaneke leşkerî de, Rûsyayê biryar daye 6 keştiyên xwe yên şer ji Derya Spî û Reş vekişîne.
Di demeke ku krîza Ûkraynayê dewam bi rêbazên dîplomatîk berdewam dike de, li aliyê din jî pêşandana hêzê didome.
Rêveberiya Moskowê eşkere kir ku di çarçoveya pêkanîna rahênaneke leşkerî de, wan biryar daye 6 keştiyên xwe yên şer ji Derya Spî û Reş vekişînin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê diyar kiriye ku ew pêngava vekişîna keştiyan beriya niha hatiye plankirin û wê tetbîqateke mezin ji Pasîfîkê heta Atlantîkê bê encamdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin