PeyamaKurd – Herî dawî li Almanya krîza germkirina avahiyan derketibû ji ber ku Rûsya xaza xwe ya ji bo Almanyayê birîbû. Niha hukumet naxwaze ku 3 santralên nuklerî vekirî bimînin ji ber ku kevin bûne û talûka wan ji bo xelkê heye. Li aliyê dinê partiyên di muxalefetê de dibêjin ku bila santralên nuklerî bigrin lê santralên termîk ên bi komirê dixebitin bila vekirî bimînin da krîza enerjiyê çênebe. Di nav koalisyona desthilat de partiya kesk jî heye û di bernama wan de hebû ku ji îro û pê de santralên nuklerî bên girtin û îro ji ser wan elektrîkê bibirin.
Partiyên muxalefetê bi sedema Rûsya lûleya xeta xazê ji ser Almanya biriye, ji bo krîza enerjiyê çênebe, dibêje bila ocaxên komirê vebin lê rexne dikin bê çima ew santralên ku paqijin û ji wan enerjî tê bidestxistin, digrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin