PeyamaKurd – Li Erdîşa Wanê ya Bakurê Kurdistanê 73 koçberên kaçax di mînîbusekê de hatin girtin.
Li Erdîşê ku bûye navenda koçberên neyasayî, 73 koçberên xelkê Afganistanê di nava mînîbusekê de hatin girtin.
Di 6 mehên destpêkê yên îsal de tenê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 890 koçberên kaçax hatin girtin û herwiha 20 otomobîl jî hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyan, îsal 28 kes li ser rêxistina karê koçberiya kaçax hatine girtin û bi giştî 3 milyon 376 hezar lîreyên Tirkiyê ceza li wan hatiye sepandin.
Ew 73 koçberên kaçax jî ku li navçeya Erdîşê ya Wanê hatine girtin, ji bo Rêveberiya Koç û Koçberan a Wanê hatine şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin