PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navdewletî (Human Rights Watch / HRW), derbarê rewşa Şingalê de raporek belav kir û ragihand, nakokiyên siyasî yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li ber avadankirin û asayîkirina rewşa Şingalê dibin asteng.
Di raporê de, hatiye diyarkirin ku hikûmeta Iraqê Nîsana 2023yan 34,2 milyon dolar ji bo avadankirina Şingalê terxan kiriye, lê belê ji ber nakokiyên siyasî yên navbera herdu hikûmetên Bexda û Hewlêrê bikaranîna wê fonê hatiye astengkirin.
HRWê daye zanîn ku ji sala 2014an ve ji ber nakokiyên siyasî vegera 200 hezar Êzidiyên Şingalê ya ser warê xwe asteng bûye.
Lêkolera HRW ya Iraqê Sarah Sanbar di raporê de dibêje: “Xelkê Şingalê di nav rewşeke nediyar de mane û nakokiyên siyasî rê nadin fonên heyî werin bikaranîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin