Mikurhatinên saneya 14 kesî ya herî xeter a DAISê hatin wesandin

Mikurhatinên saneya 14 kesî ya herî xeter a DAISê hatin wesandin

PeyamaKurd - Saziya Ewlekariya Giştî ya Hêzên Asayişa Reqayê ku di bin kontrola HSDê de ye, şaneya DAIŞê ya herî xeter desteser kir. Li gorî mikurhatinên şaneyê fermana teqînan û çalakiyên terorîstî ji hundirê Tirkiyê didin wan û endamên xwe jî di nav herêmên jêr kontrola Tirkiyê derbasî derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin.

Şaneya ku ji 14 terorîstan pêk tê û sê jin jî di nav de ne, li xwe mikur hatin ku, serokê emnî ji hundirê Tirkiyê fermanê dide wan.

Terorîstên DAIŞê di mikurhatinên xwe de eşkere kirin ku ji erkê wan e ku milîtanan ji herêmên di bin kontrola Dewleta Tirk re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin û çalakiyên teqînê pêk bînin.

Li gorî mikurhatinên şaneyê yên ANHAyê weşandine, ew şane teqîna 9 Nîsanê ya li Reqayê ku 10 sivîlan jiyana xwe ji dest daye jî girtine ser xwe. Di mikurhatinan de herî zêde gotina Doktor ango kesayeta fermanê dide wan derbas dibe.

Li ser wê bingehê 1ê Hizêrana îsal êvara Cejna Remezanê, terorîstê xwekuj ê bi navê Ebû Basîr erebeya xwe di saet 8 êvarî de li çerxereya Neîm diteqîne û 9 kes şehîd dibin û bêhtirî 32 kes birîndar dibin.

Li gorî nûçeyê şaneya navborî herwiha di mikurhatinên xwe de, li dehan bûyerên teqîn û êrîşan mikur hat ku ji aliyê wan ve hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin