PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, ji bo piştevaniya namzedê şaredariya bajarê mezin ê Wanê yê hilbijartî Abdullah Zeydanê ku mafê wî yê şaredariyê jê hatibû standin, serdana Wanê kir. Zana ligel hevserokên DEM Partiyê beşdarî protestoya gelê Wanê ya li hember betalkirina şaredariya Zeydan û biryara dayîna mazbataya şaredariyê bo namzedê AK Partiyê bû.
Leyla Zana beriya eşkerekirina biryara YSKê ya vegerandina mafê seroktiya şaredariya Wanê bo Abdullah Zeydan, bangewazî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Wê sibe dusibe pêdiviya we jî bi hiqûqê çêbe. Bang li serokomar dikim; rêzê li gelê Kurd bigrin û ji vê biryarê vegerin.”
Leyla Zana diyar kir: "Wan taca serê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Helwest û sekna we pîroz dikim. Ev îrade û xwedîderketina we gihaye tevahiya Tirkiyê û her derê. Berxwedana we ya berxwedana şeref û rûmetê ye.
Roj roja berxwedanê ye. Em vê bêhiqûqî û zilma li we tê kirin qebûl nakin. Nabe ti kes bi sivikatî nêzî îradeya gelê Kurd bibe. Wê hiqûq ji we re jî lazim bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin