Xamaneyî: Rûsya li Ukrayna neketiba tevgerê, wê NATOyê ser bidana destpêkirin!

Xamaneyî: Rûsya li Ukrayna neketiba tevgerê, wê NATOyê ser bidana destpêkirin!

PeyamaKurd – Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî, di lûtkeya sêqolî ya Îran, Tirkiye û Rûsyayê de derbarê şerê Ukraynayê de nirxandinek kir.

Xamaneyî di nirxandina xwe de îdia kir ku heger Rûsyayê şer nedaba destpêkirin, wê NATOyê şer bida destpêkirin.

Elî Xamaneyî NATO wekî hedef nîşan da û wiha got: “Şer karekî dijminane û tund e û Îran ti carî naxwaze bibîne ku însan di şer bandorê bibînin. Lê belê li ser mijara Ukraynayê, heger Rûsya neketiba tevgerê, wê aliyê hember şer bidandestpêkirin.”

Herwiha Xamaneyî piştevanî da Rûsyayê û diyar kir, Rojavayî dijî Rûsyaya bihêz û serbixwe ne û heger pêşiya NATO bê vekirin wê ti sînoran nas neke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin