Li welatê ku hiskesalî heye, ji bo bikaranîna avê kota hat danîn

Li welatê ku hiskesalî heye, ji bo bikaranîna avê kota hat danîn

PeyamaKurd –  Ji ber hişkesaliya salên dawî, Wezareta Çandiniyê ya Tûnisê ragihand, wê di bikaranîna avê de pergala kotayê ya demkî bê sepandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Tûnisê ve hat dayîn de, derbarê tedbîrên ku li welêt di têkoşîna li dijî ziwabûnê de hatin girtin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şuştina otomobîlan, avdana qadên kesk û paqijkirina kolanan bi ava sereke qedexe ye û hat destnîşankirin ku kesên biryarê binpê bikin wê bên cezakirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, wê di bikaranîna avê de kotaya demkî bê sepandin û "pergala kotayê" wê heta 30yê Îlonê bidome.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya Şîrketa Belavkirina Avê ya Tûnisê (SONADE) de hat ragihandin, di çarçoveya têkoşîna li dijî ziwabûnê de wê di saetên diyar de ava ceryanê bê qutkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, qutkirina avê wê heta dawiya meha Îlonê bidome.

Li gorî daneyên Enstîtuya Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Tûnisê, zivistana 2022an di nava zivistanên herî germ ên ji sala 1950'î û vir ve di rêza sêyemîn de cih digire.

Li Tûnisê ku ji meha Îlonê û vir ve her sal di bin bandora hewaya baranê de ye, barîna pir kêm a zivistanê îsal bandoreke neyînî li ser rêjeya dagirkirina bendavan li seranserê welêt kir.

Midûrê Giştî yê Daîreya Plansaziya Karên Avê ya Wezareta Çandiniyê Hammadî el-Hebîb di meha Çileyê de hişyarî dabû ku qeyrana avê ya li welêt dibe ku jiyana mirovan xetere bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin